ÎranNûçeRojhilatanavin

Ayetullah Kaşanî: “Armanca  dijminan ev e ku bi zexta ser Îranê ji riya muzakirê bighêjin armancên xwe ku Komara Îslamî ya Îranê dê ji  bin barêvan zextana paşde venekişe“

Pêşnimêjê Demkî yê Nimêja Îniyê ya Têhranê got: Komara Îslamî ya Îranê rastî şerê rewanî û aborî yê dijminan hatiye û dê welêt van pirsgirêkan bi qawet û serketî derbas bike.

 Li gorî rapora Fars News`ê, Ayetullah Muhemed Îmamiyê Kaşanî, Pêşnimêjê Demkî yê Nimêja Îniyê ya Têhranê li xutbên nimêja îniyê bal kişand ser gotinên Trump serokkomarê Emerîkayê li bara  muzakirê û got: “Armanca  dijminan ev e ku bi zexta ser Îranê ji riya muzakirê bighêjin armancên xwe ku Komara Îslamî ya Îranê dê ji  bin barêvan zextana paşde venekişe“.

Pêşnimêjê Demkî yê Nimêja Îniyê ya Têhranê bal kişand ser vê yekê ku Emerîka bi zorê, siyonîst bi komplo û Alê Siûd bi pere dixwezin cîhana  Îslamê rastî aloziyê bînin û destnîşan kir: “Divê bi hişyarî, yekitî û hevgirtinê biparêzin û hemî berpirs, gel û beşa taybet, divê erkên xwe bi baldarî û  durust cih bînin“.

Ayetullah Muhemed Îmamiyê Kaşanî, li beşeke din ji xutbên nimêja îniyê ya Têhranê, bal kişand  ser gotinên  rêberê giranqedr ê  Inqilaba Îslamî derheq pêkanîna  komxebateka aktîv li bara meselên aboriyê û destnîşan kir: Ev bernameya  teklîfek e ku berpirs divê wê cih bînin“.

Pêşnimêjê Demkî yê Nimêja Îniyê ya Têhranê her wiha ji teşkîlata dadweriyê xwest ku bi tundî li hember muhtekiran û kesên ku kelûmelên pêdivî depo dikin, rawestin.

Başa dön tuşu