ErebîstanÎranMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Ayetullah Kaşanî: Divê em rê nedin ku dijminên islamê bigihêjin xwestekên xwe

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê, ayetullah Kaşanî destnîşan kir ku divê em nehêlin dijminê islamê xwestekên xwe li navçeyê û ji wan li Yemen, Iraq û Sûriyê bi dest bixin.

Ayetullah Imamî Kaşanî li xutbeyên vê hefteyê yên nimêja îniyê ya Têhranê bi gotina viya ku roja îro rûyê istikbar û siyonîsmê ji bo gişt cîhaniyan eşkere bûye, her viha got: Kuştin û cinayetên ku li Yemen û Sûriye û Iraqê diqewimin gişt bi diravê Erebistana Siûdiyê, siyaseta siyonîstan û hêza Amerîkayê pêk tên.

Wî got: Misilman çi şîe û çi sune li warê parastina sîre û şêwaza jiyana pêxemberê islamê (S) û qurana pîroz berpirsiyar in û divê bi saya yekîtiuya xwe van duyan ji ziyana dijminan biparêzin.

Ayetullah Kaşanî bi gotina viya ku dijmin ji bo bidestxistina armancên xwe roja îro hinek bi navê mislmantiyê berdane canê misilmanan, got: Tevî birêxistina van duberetî û komployan, Inqilaba Islamî û islama resen bi leza herî zêde li cîhanê berfireh dibe.

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê her viha rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî wek nîşana mayîna Komara Islamî da zanîn û got: Ew tenha kesê agah li bara nexşe û planên dijminên islamê ye û siyasetên istikbarî bi başî û ronî ji bo giştan şirove dike.

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê amaje bi guhertinên vê dawiyê li Behrêynê jî kir û got: Li vî welatî alimên şîe dixin ber zextan, mizgeftan girêdidin û xelkê şikence dikin û welatên islamî divê bala xwe bidin ser vê yekê û riyek ji bo bidawîanîna van tundiyan peyda bikin,.

Pêşnimêjê demkî yê nimêja îniyê ya Têhranê li dewama axaftina xwe da tevî diyarkirina mixabiniya xwe ji ber reftara tund a vê dawiyê li dijî şîeyên Pakistanê û amajeyî ser nerazîtiyên sune û xirîstiyaniyên vî welatî li hemberî van tundiyan kir û ji dewleta Pakistanê xwest ku venihêrînekê li reftara xwe pêk bîne û rê li ber zêdebûna tundî û zêdegaviyê li vî welatî bigire. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu