ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Ayetullah Seyîd Ebulfezl Tebatebayî: Amerîka têrorîstê herîmezin li cîhanê ye

Nunerê rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî li Sûrîyê got: Cinayetên Amerîakyê li cîhanê diselimînin ku ev welata dewleta herîmezin a têrorîst li cîhanê ye.

Nunerê rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî li Sûrîyê ayetullah Seyîd Ebulfezl Tebatebayî li xutbên nimêja înîyê ya Şamê kiryara Amerîkayê ya xistina navê Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî di lîsteya komên qaşo têrorîst de şermezar kir û got: Kiryara Amerîkayê dijî Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî ku dezgeheke fermî û hêza leşkerî ya welatekî ye, berovajî qirarên navnetewî ye.

Tebatebayî herwiha amajeyî hegera hêrsbûna Amerîkayê ji Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî kir û got: Vê dezgeha gelanî bi têkbirina têrorîstên perwerdebûyî bi destê Amerîkayê li herêmê, nehêla sîyasetên Waşîngtonê li rojavaya Asyayê cih bên.

Nunerê rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî li Sûrîyê herwiha got: Amerîkî fiir dikin ku bi van biryarana yê destkevtên nû bi dest bixin lê wek 40 salên buhurî yê nekarin bigihêjin armancên xwe.

Dewleta Amerîkayê di 8`ê Nîsanê de di dewama kiryarên dijî Îranê û sîyaseta zexta ser hêzên ku bi têkoşîna dijî komên têrorîst, nehîştine Waşîngton di warê pêşdebirina armancên xwe li navçê de ser keve, navê Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî xist lîsteya sazîyên qaşo têrorîst a xwe.

Başa dön tuşu