IraqNûçeRojhilatanavin

Ayetullah Sîstanî derbarê rewşa Iraqê de hişyarî da

Oldarê mezin ê Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî derbarê rewşa siyasî ya Iraqê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, ku ew bi hûrî çavdêriya rewşê dikin. Ayetullah Sîstanî hişyarî da aliyên siyasî yên Iraqê û daxwaz ji wan kir, tenê hizir li pêşeroja gel bikin.

Ofîsa oldarê mezinê Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî derbarê dawî rewşa li Iraqê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuynaiyê de ku li ser malpera fermî ya Ofîsa Ayetullah Seyyid Elî Sîstanî hatiye belavkirin, tê gotin: “Beşek ji malperên nûçeyan di van demên dawiyê de hin zanyarî û helwestên siyasî li ser navê oldarê mezin ve belav dikin ku ti ji wan zanyariyên rast nînin û ji rastiyê dûr in.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu