Nivîsgeha Ayetullah Elî Sîstanî merceyê bilindqedr ê şîeyan li Iraqê li bara îdiaya dijberiya merceyeta olî tev hin kesayetiyan bona bidestxistina posta serokwezîriya Iraqê raghand: Merceyeta bilind a olî tenê raghandiye ku serokwezîrê nû nabe ji van kesayetiyan be ku li salên derbasbûyî li hikûmetê bûne.
Li gorî rapora IRNA`yê, çavkaniyeke nêzîkî nivîsgeha ayetullah Sîstanî merceyê bilidqedr ê şîeyên Iraqê li daxûyaniyekê ku îro duşemiyê ser malpera fermî ya nivîsgeha ayetullah Sîstanî de hat danîn, got: Tiştê ku hin nûneran li medyan raghandine ku merceyetê hin siyasetvan kivş kirine bi bijartina wan bo posta serokwezîriyê dijberî kiriye, nerast e.
Vê çavkaniya nêzîkî nivîsgeha ayetullah Sîstanî her wiha got: Mijara berbijariyê li hember posta serokwezîriya Iraqê ji desthilatên firaksiyona mezin li gor qanûna bingehîn e û yên din nikarin li hember wê bisekinin.
Li gor vê daxûyaniyê,merceyeta bilind a şîeyan li Iraqê daxwaza kesayetiyekî nû dike ku xwediyê hêjatî, wêrektî, û berpirsiyariyê be da ku îmkana peywendî û tewsiyên bo wî li bara tiştê ku li bara berjewendiyên welêt in hebe û ne ku merceyet dê boykota rayedarên dewletî bidomînin.
Sebah El-Saidî yek ji rêberên hevalbendiya Sairûnê îro raghandi bû ku merceyeta bilind a olî ya Iraqê bi posta serokwezriyê ji aliyê pênc berbiajrên navbuhurî bo posta serokwezîriya Iraqê dijberiyê dike.