IraqNûçeRojhilatanavin

Ayetullah Sîstanî xwest ku hilbijartinên zûdem bên lidarxistinê

Nunerê Merceyê Pillebilind ê Dînî yê Iraqê di xutbeyên nimêja Înîyê ya Kerbelayê de pêgirî kir ku divê hilbijartinên zûdem piştî pejirandina qanûna nû ya hilbijartinan were lidarxistinê.

Di daxûyanîya ku Şêx Ebdulmehdî Kerbelayî Nunerê Merceyê Pillebilind ê Dînî yê Iraqê îro di xutbeyên nimêja Înîyê ya Kerbelayê de xwend, hatîye: Rewşa welêt hela jî aloz û dilgiranker e. Bi hezaran kes j iwelatîyên iraqî bi xwenîşandana biaştî dixwazin ku çaksazî bên kirinê, di halekî da ku hinek ji wan hatine kuştin, revandinê û ketine ber gefê.

Ayetullah Sîstanî di wê daxûyanîyê de herwiha xwestîye ku hilbijartinnê zûdem jibo xilasbûna Iraqê ji qeyranê bên lidarxistinê û hêvî kir ku pêkanîna dewleta nû nemîne derengîyê.

Wî herwiha pêgirî ser pêwîstîya amadekirina qanûneke dadperwerane jibo hilbijartinan kir û ji ber hin astengîderxistinên ser rêya vî karî rexne kir.

Ebdulmehdî Kerbelayî herwiha got: Merceyê Pillebilind ê Dînî yê Iraqê, gel çavkanîya sereke ya serwerî û serdestîyê û hokara dayîna rewabûnê bo sazî û dezgehên hikûmî dizane. 

Başa dön tuşu