ÎranNûçeRojhilatanavin

Ayetullah Xatemî: Îrana îslamî birayrê bihêz ê welatên navçeyê ye

Pêşnimêjê înê yê Tehranê bal kişand ser vê yekê ku Îrana îslamî birayrê bihêz ê welatên navçê ye û got : Qtorîteya komara Îslamî ya Îranê li çarçoveya aramiya van welatana de ye.

 Ayetullah seyd Ehmed Xatemî bal kişand  ser zêdebûna  tirsandina ji Îranê li anvçê piştî bidesthilatbûna  Donald Trump serokkomarê Emerîkayê û destnîşan kir: Hukimdarên  welatên anvçê bila bizanin ku  Emerîka tenê li dû xebitandina  wan e û mîna Sedam dîktatorê idambûyî yê Iraqê , dê rojekê wan dayne  wêde.

Pêşnimêjê înê yê Têhranê her wiha bal kişand ser vê yekê ku  Emerîka li dû parvekirina  welatên navçê ye û destnîşan kir: Welatên navçê divê çavên xwe ser ev fitneya emerîkî  de vekirî bihêlin.

Seyd Ehmed Xatemî her wiha diyar kir: Ger Îranê neba niha  grûpa terorîstî ya DAIŞê li Iraq, Sûriye û Lubnanê hikûmet ava kiribû.

Pêşnimêjê înê yê Tehranê her wiha  bal kişand ser vê yekê ku  armanca Emerîka û hevpeymanên wê ji pêkanîna  navça tampon  û qedexetiya firînê, bicihkirina  awareyan nîne û destnîşan kir: Welatên rojavayê li dû penadayîna  terorîstan li vê navçê bi armanca  parvekirina  Sûriyê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu