Pêşnimêjê înê yê Tehranê bal kişand ser vê yekê ku Îrana îslamî birayrê bihêz ê welatên navçê ye û got : Qtorîteya komara Îslamî ya Îranê li çarçoveya aramiya van welatana de ye.
Ayetullah seyd Ehmed Xatemî bal kişand ser zêdebûna tirsandina ji Îranê li anvçê piştî bidesthilatbûna Donald Trump serokkomarê Emerîkayê û destnîşan kir: Hukimdarên welatên anvçê bila bizanin ku Emerîka tenê li dû xebitandina wan e û mîna Sedam dîktatorê idambûyî yê Iraqê , dê rojekê wan dayne wêde.
Pêşnimêjê înê yê Têhranê her wiha bal kişand ser vê yekê ku Emerîka li dû parvekirina welatên navçê ye û destnîşan kir: Welatên navçê divê çavên xwe ser ev fitneya emerîkî de vekirî bihêlin.
Seyd Ehmed Xatemî her wiha diyar kir: Ger Îranê neba niha grûpa terorîstî ya DAIŞê li Iraq, Sûriye û Lubnanê hikûmet ava kiribû.
Pêşnimêjê înê yê Tehranê her wiha bal kişand ser vê yekê ku armanca Emerîka û hevpeymanên wê ji pêkanîna navça tampon û qedexetiya firînê, bicihkirina awareyan nîne û destnîşan kir: Welatên rojavayê li dû penadayîna terorîstan li vê navçê bi armanca parvekirina Sûriyê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)