NûçeRojhilatanavinSûriye

Azadikirina ji sedî 98`ê Heleba Sûriyê

Navenda ragihandinê ya şêr a Sûriyê ragihand ku artêşa vî welatî li şerê li hember grûpên terorîst karî sedî 98`ê bajarê Helebê azad bike.

Li gorî rapora El-Alamê navenda ragihandina şêr a Sûriyê roja duşemiyê li raporekê tekez kir Ji ber pêşdeçûna  berbiçav a hêzên artêşa  Sûriyê li navçên  başûrê rojhilata Helebê li du rojên  buhurî xêncî azadkirina  taxên  şêx Seîd û El-Saihînê navça  Bab El-Meqamê jî tam ji destê DAIŞê  hatiye azadkirin.

Terorîst  li pênc deverên  El-Kilasê, Bûstan El-Qesr, El-Meşhed, El-Sekrî, El-Tel El-Zazîz û li erdeke 5 km  de hatine dorpêç kirin.

Ji ber ku  ji 45 deverên rojhilata  Helebê niha 40 dever tam hatine azadkirin terorîstan tenê li sedî 2yê mayî hatine dorpêçkirin.

Medya sûrî jî ragihandin roja duşemiyê 3 hezar û 500 sivîl ji navçên  bin kontrola terorîstên li Helebê  derketine.

li meha buhurî bi dehan  navça li rojhilata  Helebê ji aliyê artêşa Sûriyê û mêhwera berxwedanê ji lepên  grûpên terorîstî hatine paqijkirin û ev bajêra  hind nemaye were azadkirinê.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011`an  bi êrişa berfireh a grûpên terorîstî yên  ku Erebistan, Emerîka û  hevpeymanên wan  dikin  jibo sernixûnkirina  dewleta qanûnî ya Beşar Esed serokkomarê Sûriyê destpê bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu