Navenda ragihandinê ya şêr a Sûriyê ragihand ku artêşa vî welatî li şerê li hember grûpên terorîst karî sedî 98`ê bajarê Helebê azad bike.
Li gorî rapora El-Alamê navenda ragihandina şêr a Sûriyê roja duşemiyê li raporekê tekez kir Ji ber pêşdeçûna berbiçav a hêzên artêşa Sûriyê li navçên başûrê rojhilata Helebê li du rojên buhurî xêncî azadkirina taxên şêx Seîd û El-Saihînê navça Bab El-Meqamê jî tam ji destê DAIŞê hatiye azadkirin.
Terorîst li pênc deverên El-Kilasê, Bûstan El-Qesr, El-Meşhed, El-Sekrî, El-Tel El-Zazîz û li erdeke 5 km de hatine dorpêç kirin.
Ji ber ku ji 45 deverên rojhilata Helebê niha 40 dever tam hatine azadkirin terorîstan tenê li sedî 2yê mayî hatine dorpêçkirin.
Medya sûrî jî ragihandin roja duşemiyê 3 hezar û 500 sivîl ji navçên bin kontrola terorîstên li Helebê derketine.
li meha buhurî bi dehan navça li rojhilata Helebê ji aliyê artêşa Sûriyê û mêhwera berxwedanê ji lepên grûpên terorîstî hatine paqijkirin û ev bajêra hind nemaye were azadkirinê.
Qeyrana Sûriyê ji sala 2011`an bi êrişa berfireh a grûpên terorîstî yên ku Erebistan, Emerîka û hevpeymanên wan dikin jibo sernixûnkirina dewleta qanûnî ya Beşar Esed serokkomarê Sûriyê destpê bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)