FilistînNûçeRojhilatanavin

Azadiya Belal Kayêd ji zîndana Rejîma Siyonîst

Rejîma Siyonîstî Belal Kayêd yek ji rêberên bereya xelq ji bo azadiya Filistînê piştî 15 salan ji zîndanê azad kir.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Rejîma Siyonîstî Belal Kayêd yek ji rêberên Bereya Xelq ji bo Azadiya Filistînê ku 14`ê Kanûna sala 2001`ê bi tawana endambûna nav gurdanên Ebû Elî Mustefa liqa eskerî ya Bereya Xelq ji bo Azadiya Filistînê û pişkdariya li operasiyona dijî siyonîstî girtibû piştî 14 sal û nîvan ji zîndanê azad kir.

Pêştir qirar bû ku Belal li 13 Hezîranê azad bibe.

Rejîma Siyonîstî li dewsa azadkirina Belal Kayêd li 13`ê Hezîranê ew 6 mehan kire zîndana berwext ku eva bûye sebeb wî 70 rojan dest bi girava birçîbûnê girt.

Belal Kayêd ji ber xatirê xebata xwe ya dijî Rejîma siyonîstî kete hewsê.

Taxima karûbarên hêsîrên filistînî li daxûyaniyekê ragihand ku li mehên vê dûmahîkê zêde ji 300 welatiyên filistînî ji aliyê Rejîma Siyonîstî zîndanî bûne.

Hatiye ragihandin ku zêde ji 7 hezar filistînî li 22 zîndan û girtîgehên rejîma Siyonîstî zîndanî ne ku 7 ji wan zêde ji 30 salin ku zîndanî ne (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu