Çend navçên din li parêzgeha Nêynewayê li rojhilata Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bûn.
Li gor rapora telivîzyona El-Meyadîna Lubnanê, Hêzên kurd ên çekdar ên taybetî Herêma Kurdistana Iraqê nasyar bi Pêşmerge karîn 9 navçên din li parêzgeha Nêynewayê li rojhilata Mûsilê li bakûra vî welatî ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bikin.
Hêzên Pêşmerge herwisa pêgehên terorîstên DAIŞ`ê li bajarê Werdekê li bakûra vî welatî jî bi tamî kavil kirin.
Hatiye ragihandin ku li van êrişên hêzên pêşmerge ser pêgehên terorîstan 47 endamên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê hatine kuştin û 3 hêzên pêşmerge jî canê xwe ji dest dan.
Bingehên nûçan ragihandine ku ev êrişa hêzên Pêşmerge ser pêgehên terorîstan li gorê operasiyoneke hevpar tev artêşa Iraqê cih hat û hedefa van êrişan jî girtina pêşiya terorîstan û dorpêçkirina DAIŞ`ê li derûdora Mûsilê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)