Azadiya Entîkexaneya Mûsilê ji lepên terorîstên DAIŞ`ê
Hêzên iraqî piştî azadiya balefirgeha navneteweyî ya Mûsilê, navenda eskerî ya El-Qezlaniyê û avahiya walîtiya Neynewayê, karîn ku Entîkexaneya Mûsilê jî azad bikin.
Piştî azadkirina Entîkexaneya Mûsilê ji lepê terorîstên DAIŞê hat kivşkirin ku wan agir berdane her tiştên li nav vê entîkexaneyê an kavil kirine.
Terorîstên DAIŞê, agir berdane avahî, trimbêl û mal û milkên xelkê da ku dûkela wê pêşiya dîtia hêza hewayî ya artêşa Iraqê bigre.
Endamên DAIŞê beşeke zav ji şûnewarên entîkî yên Entîkexaneya Mûsilê bi xwe re birine. Grûpa DAIŞê karê qaçaxa şûnewarên kevnare dikir û ji vê riyê derhateke baş hebû. Seheng Ebdulemîr El-Muhemedewî ji yekînên zerbetiye Iraqê li vê barê got : Entîkexaneya Mûsilê xwediyê şûnewarên medeniyetên curbicur mîna Someriyan, Aşûriyan û Akidiyan bû ku kevnariya wan dighêje 5 an 6 hezar salan. Hin şûnewarên kiraltiya Îrana kevnare jî li vê entîkexaneyê hebû. Ev acara dudiyan e ku li kêmtir ji du dehekan, mîrata çandî ya Iraqê tê kavilkirin. Li sala 2003an hêzên emerîkî bajarê dîrokî yê Babilê kavil kirin. Azadkirina Entîkexaneya Mûsilê serketineke mezin jibo hêzên iraqî û işkesteke giran jibo terorîstên DAIŞê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)