FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Elî Şemxanî: Roja Cîhanî ya Qudsê Sîmbola yekbûn û pêşdaçûna cîhana îslamê li hember Rejîma Siyonîstî

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiyê Netewî ya Îranê, got: Roja Qudsê, mîrata mezin a Îmam Xumeynî (re), damezînerê Komara îslamî ya Îranê û sîmbola yekbûn û pêşdaçûna cîhana îslamê li hember Rejîma Siyonîst e.

Li gorî rapora IRNA`yê, Elî Şemxanî, roja çarşemiyê bi vexwendina xelkê bi rojî yê Îrana îslamî ji bo beşdariya pircoş a li meşa Roja Qudsê, herwiha got: Ev roja pîroz, mîrata mezin a hezretê îmam Xumeynî (re) û sîmbola yekbûn û pêşdaçûna cîhana îslamê ji bo berevaniya ji armanca Filistînê û berxwedana li hember zilm, destdirêjî û serdestîxweziya Rejîma Siyonîst û piştgirên wê ye.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiyê Netewî ya Îranê, Piştgîriya Komara Îslamî ya Îranê ji armanca Filistînê, karekî isûlî, li gorî bawerî û ji ber teklîfa dînî da zanîn û got: Serketinên berdewam ên mêhwera Berxwedanê li Sûriyê, bûne sedema zêdebûna xwebawerî û morala welatên îslamî li hember serdestîxweziya Rejîma Siyonîst.

Îniya herî dawîn a meha pîroz a Remezanê li ser fermana îmam Xumeynî (re), damezînerê Komara îslamî ya îranê, Roja Cîhanî ya Qudsê hatiye binav kirin. Ev meşa îsal 8`ê meha Hezîranê, beranberî 23`ê Remezana 1439`an a Koça Heyvî, bi awayekî hevdemî Îranê li welatên din ên cîhanê jî wê were li darxistin.

Başa dön tuşu