IraqNûçeRojhilatanavin

Azadkirina 1400 kîlometrên çarkunc li Neynewayê û kuştina 747 endamên DAIŞ`ê

Raêd Şakir Cewdet, fermandeyê polîsê fedral ê Iraqê, li daxuyaniyekê got ku hêzên wan ji destpêka operasyona azadkirina parêzgeha Neynewayê ve heya niha, 61 gund û 1400 kîlometrên çarkunc a ji vê parêzgehê ji destê DAIŞ`ê azad kirin.

Wî herwiha got ku ji destpêka operasyona azadkirina Mûsilê ve heya niha, hêzên polîsê fêdêral, 747 terorîst kuştine û 88 kes jî girtine.

Cewdet herwiha got ku hêzên polîsê fedral ê Iraqê, ji destpêka operasyona azadkirina Mûsilê ve heya niha, 164 trombîlên bombebarkirî, 42 trombîlên leşkerî, 61 kemberên teqandinê û 47 motorsîkletên bombebarkirî teqandine.

Qumandê polîsê fêeêral ê Iraqê, herwiha ragihand ku piştî du heftiyan ji operasyona zadkirina Mûsilê, 25 trombîl, 170 çek, 13 kargehên amadekirina bombe û trombîlên bombekirî yên DAIŞ`ê hatine zevtkirin û 1066 bombe jî hatine pûçkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu