IraqNûçeRojhilatanavin

Azadkirina 45 girtîyan ji girtîgeha sereke ya Mûsilê

Çavkanîyeke ewlehîyê li parêzgeha Nêynewayê ragihand, niştecîyan girtîgeha sereke ya koma têrorîst a DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê xistin bin kontrola xwe û piştî kuştina zebanîyan, 45 girtî azad kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, jênêral Evdilemîr Reşîd Yarulah fermandarê opêrasyona “ ey Neynewa em tên“ roja înîyê ragihand ku 6 tax li rojavaya Mûsilê ji bin lepên têrorîstên DAIŞ`ê hatin derxistin û ala Iraqê li taxên hanê hatin bilindkirinê.

Hêzên Heşdi Şeibî jî di encama opêrasyonekê da li rojavaya Mûsilê, cadeya Mûsil-Tileferê xistin bin kontrola xwe, cadeya ku rêka herî girîng a DAIŞ`ê jibo gîhandina alîkarîyan bû.

Hêzên Heşdi Şeibî berî vîya jî devera Tilşehabê tam azad kiribûn û ber bi devera Etasê li nêzîkî Xetuleynê li rojavaya Mûsilê va pêşda çûn.

Çavkanîyên herêmî ragihandin ku têrorîstên DAIŞ`ê kom bi kom ji Msûilê derdikein  û bera xwe didin sînorên Iraq û Sûrîyê.

Opêrasyona azadkirina Mûsilê ji 17`ê Cotmehê va li gorî fermana Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê destpê bû û bi pêşdaçûna hêzên iraqî didome. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu