IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

150 barhilgirên alavên leşkerî yên Artêşa Amerîkayê derbasî Sûrîyê bûn

Di halekî da ku Amerîka idia dike hêzên xwe ji Sûrîyê derdixe, 150 barhilgirên alavên leşkerî yên Artêşa Amerîkayê duh derbasî Sûrîyê bûn.

Ajansa Nûçan a Anadoluyê ragihand ku 150 barhilgirên alavên leşkerî yên Artêşa Amerîkayê duh ji derîyê sînorî yê Sêlmalka ve derbasî parêzgeha Hesekê ya Sûrîyê bûn.

Li gorî wê raporê, wan 150 barhilgiran ku alavên leşkerî, maşînên zêrêhpûş û jeneratorên ceryanê bar kiribûn û ji derîyê sînorî yê Sêmalka li Herêma Kurdistana Iraqê ve derbasî parêzgeha Hesekê bibûn, duh barê xwe li navenda piştevanîya hêzên amerîkî li bajarokên Xirabişkê li parêzgeha Reqqê û Sirînê li parêzgeha Helebê vala kirin.

Eva di halekî da ye ku mijara vekişîna hêzên amerîkî ji Sûrîyê mijareke germ a rojevê ye.

Başa dön tuşu