IraqNûçeRojhilatanavin

Azadkirina avahiyên qayîmmeqamtî û walîtiya Mûsilê ji lepên DAIŞ`ê

Hêzên iraqî li dewama operasyona azadkirina bajarê Mûsilê ji destê grûpa terorîstî ya DAIŞê, avahiyên dewletî ji wan walîtî û qayîmmeqamtiya bajarê Mûsilê tam azad kirin.

 Berdevkê hêzên taybet ên Rêxistina  Rawestana li ber terorîzmê ya Iraqê, Sebah Neman, li gotûbêjas bi IRNAyê re got: Hêzên taybet ên rawestana li ber terorîzmê yên Iraqê, roja înê her wiha karîn çend navendên çêkirina çekên kîmyayî li zanîngeha Mûsilê bixin bin kontrola xwe ku DAIŞ`ê ew ji bo çêkirina çekên kîmyayî bi kar dianîn.

Sebah Neman her wiha diyar kir herçend ku lêzanînên eseh li bara hejmara kutiyên DAIŞê li şerê azadkirina  Mûsilê li roja înê tine lê hêzên taybet ên rawestana li ber terorîzmê yên Iraqê zêdetir ji 400 terorîst kuştine.

Qiyas Sûrçî yek ji berpirsên kurd ên Iraqê li Mûsilê jî ji IRNA`yê re got: Roja înê derbeyeke giran li DAIŞê ket û hêzên iraqî karîn zêdetir ji sedî 90 ê rojhilata Mûsilê bixin bin kontrola xwe.

Di eynî demê de hêzên rawestana li ber terorîzmê yên Iraqê piştî kontrola pireya El-Huriyê ya Mûsilê,taxên El-Selam, El-Sedriye û Yarmeceya başûrî ji destê DAIŞ`ê azad kirin.

Hevgav li mêhwera rojava  Mûsilê, pêşdeçûna hêzên besîca gelanî yên Iraqê ber bi başûrê navça Tel Ebetê didome.

Hêzên Heşdê Şebî karîn li dewama pêşdeçûna li vê navçê, gundê Hecefê azad bikin û alaya Iraqê li vî gundî bilind bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu