ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Azadkirina bajarê Zînaemê li başûrê Yemenê

Hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê karîn ku bajarê Zînaemê li parêzgeha Beyzayê li başûrê Yemenê tam azad bikin.

Yehya Serî, berdevkê artêşa Yemenê îro şemiyê got ku  hêzên yemenî piştî çend rojan pevçûna bi endamên DAIŞ`ê û El-QAidê û her wiha hêzên hevalbendiya siûdî-îmaratî karîn ku serdestiya xwe ser bajarê Zî Naemê  tewa bikin.

 Serî her wiha got: Li vê operasyonê eşîrên Zînaemê jî li rex hêzên artêşê û komîteyên gelanî şêr kirin û xisarên giran li endamên DAIŞ`ê, El-Qaidê û hevalendiya siûdî- îmaratî ket.

 Operasyona  hêzên yemenî li bakurê parêzgeha  El-Zale û başûrê parêzgeha  Beyzayê ev pênc roj in ku  destpê bûne û duh berdevkê artêşa Yemenê li bara azadbûna  250 km çar kunc û 100 gund li sê navçên  parêzgeha  El-Zaleyê agahî da.

Başa dön tuşu