Azadkirina bajarokê Seydayê li başûrê Sûriyê

Hêzên artêşa Sûriyê karîn ku bajarokê Seydayê li 10 kîlخmêtriya bajarê Derayê ji lepên terorîstên إereya El-Nusreyê azad bikin.
Li gorî rapora Fars News`ê, ji zarê ajansa fermî ya SANA News`ê, hêzên artêşa Sûriyê, îro êriş û derbeyên giran li meqera terorîstên Bereya El-Nusre xistin û karîn derbasî vî bajarokî bbin.
Hêzên endazyariyê yê artêşa Sûriyê jî mijûlî paqijkirin û derxistian maynan ji bajarokê bûne da ku rewşê bo vegeriyana xelkê vê navçê bo malên wan xweş bikin.
Bajarokê Seydayê ketiye 10 kîlomêtriya rojhilata Derayê û ji navendên herî giring ên terorîstan tê hesabê ku bi azadiya vî bjarokî , artêşa Sûriyê karî pêngaveke giring jibo paqijkirina rojhilata parzêgeha Derayê rake.
Di heman demê de piştî hevhatina îniya buhurî ya kesên çekdar li bajarokê Dailê li Rûfa bakurî ya parzêgeha Derayê bi artêşa Sûriyê re, heya niha 30 hezar kes ji xelkê vê navçê vegeryane malên xwe û jiyan li vî bajarî vegeryaye rewşa xwe ya normal.