AsyaNûçeRojhilatanavinSûriye

Tirkiye 8 hezar leşkeran dişîne Sûriyeyê

Hat ragihandin ku Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) di çarçoveya operasyona Mertala Firatê de ji bo operasyoneke nû wê bi 8 hezar leşkeran ve têkeve nav axa Sûriyeyê.

Li gor rapora SAHAR TV`yê, di operasyona Mertala Firatê ya li herêma El-Babê de ji ber êrişên rêxistina terorîst a DAIŞê wê planeke nû were sepandin û li gorî îdiyayan heta demekê wê operasyoneke nû were destpêkirin û leşkerên Tirkiyeyê wê bi tena serê xwe têkevin herêmê û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) jî dê wekî hêza piştgir cih bigire.

Li gor nûçeya malpera Haber7`ê, piştî kuştina 16 leşkerên Tirkiyeyê operayon bi awayekî hatibû paşxistin, Hêza Çekdar a Tirkiyê (TSK) teqwiya çek û cebilxane ji bo herêmê kir û hemî amadehiyên xwe qedandin.

Hejmara leşkeran wê derkeve 8 hezar kesan û li herêmê dê 3 baregeh werin avakirin. Herwiha Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdoxan di daxuyaniya xwe ya civîna muxtaran de gotibû ‘Ji bo ku em bikaribin di demeke nêz de operasyona El Babê biqedînin em planeke nû dikin û ev wê di demeke gelekî nêz de çareser bibe. Paşî di serî de Minbic di nav de em ê hemû rêxistinên terorî ji herêmê paqij bikin.’ (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu