NûçeRojhilatanavinSûriye

Azadkirina bajarokekî sitratêjîk li derdora Şamê bi destê artêşa Sûriyê

Li gorî rapora ajansa nûçan a Reuters`ê, ev bajarokê sitratêjîk li başûra rojhilata Şamê ye û artêşa dewleta Sûriyê karî ku wî ji lepên têrorîstan azad bike.

Her wiha îro 35 têrorîstên DAIŞ`ê û Cebhetunusrê di encama pevçûnên li hemberî artêşa Sûriyê li Dêrezor û Derayê da hatin kuştinê.

Di encama van pevçûnan da hejmarek serkirdên têrorîstan ji wan Cemal Osman, ubeyd Derwîs, Tariq Xelef Ebdulah, Xetab Mehmûd, Ehmed Berces û Welîd Hesen Elwan hatin kuştinê.

Di encama pevçûnên li rojhilata bajarokê Neîmê li derdora Derayê da 15 têrorîstên Cebhetunusrê hatin kuştinê.

Hêzên koma têrorîst a Cebhetunusrê û têrorîstên din li bajarokê Neîmê li 40 kîlomêtriya bajarê Derayê ku ciyê têketin û riya veguhestina alîkariyan bo têrorîstan ji sînorên nav Urdinê bi nav axa Sûriyê ye, bi cih bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu