İslami Davet Kurdi Bange İslami

Azadkirina çend gundan li Felûcê

Artêşa Iraqê bi alîkariya hêzên gelanî yên vî welatî li dewama pêşketinên xwe çend gundên derûdora Felûcê azad kirin.

Li gorî rapora medyayên iraqî; Li operasiyona artêşa Iraqê û hêzên gelanî yên vî welatî bona azadiya Felûcê li parêzgeha Enbarê li rojavaya vî welatî, gundên El-Beûde, El-Zeviye, El-Gentere û El-Zerge ji destê terorîstan azad bûn.

Bingehên nûçan ragihandine ku pêşketina artêşa Iraqê ber bi bakûra rojavaya Felûcê didomin.

li opêrasiyona roja şemiyê, 28`ê Gulana 2016`an, a artêş û hêzên gelanî yên Iraqê li mêhwera bakûrê keremeyê û bakûrê Bûşceyê li bajarê Felûceya parêzgeha Enbarê li rojavaya Iraqê sed û deh çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û hejmarek ji wan jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version