NûçeRojhilatanavinSûriye

Azadkirina çend navçeyên din li derdora Reqayê

Çavkaniyên sûrî li bara dewama pêşdeçûna artêşa Sûriyê li operasyona xwe li derdora Reqayê û azadkirina çend navçeyên din ji kontrola terorîstên DAIŞê agahî dan.

 Li gorî rapora Tesnîm Newsê, li Şamê, hêzên artêşa Sûriyê, pêşdeçûna  xwe li derdora başûrê rojhilata  Reqayê tim didomînin û hin  nemaye bi awayekî tam û tekûz  endamên grûpa terorîstî ya DAIŞê li besta navbera derdora Reqayê û parêzgeha Dêra zorê paqij bikin ku di bin kontrola DAIŞê de ye.

Hêzên artêşê bi alîkariya hêzên hevpeyman, gundên Hewîce Şinan û Şerîdeyê li derdora rojhilata Reqayê ji lepên  terorîstên DAIŞê rizgar kirin.

Ev hêz di du hefteyên  derbasbûyî de jî heft bajarokên  başûr û  li derdora çemê Firatê azad kirin û bi azadkirina bajarokên  Xanem Elî, El-Rabiye û El-Cebîlê her cure riya gîhandina  alîkariyê bo wan qut kirin ku li encama wê meqerên  DAIŞê hatin îmhakirin.

Li gor nûçeyeke din di dewama pevçûn û şerê navxweyî navbera komên  terorîstî tekfîrî li bakurê Sûriyê, yek ji van komana , trimbêleke bombekirî nêzîkî meqera grûpa terorîstî ya  bereya El-Nusre li navça  derdora  El-Muhendisînê li rojava Helebê teqand ku li encama wê hejmarek  ji terorîstan hatin kuştin û ev meqera îmha bû (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu