Çavkaniyên sûrî li bara dewama pêşdeçûna artêşa Sûriyê li operasyona xwe li derdora Reqayê û azadkirina çend navçeyên din ji kontrola terorîstên DAIŞê agahî dan.
Li gorî rapora Tesnîm Newsê, li Şamê, hêzên artêşa Sûriyê, pêşdeçûna xwe li derdora başûrê rojhilata Reqayê tim didomînin û hin nemaye bi awayekî tam û tekûz endamên grûpa terorîstî ya DAIŞê li besta navbera derdora Reqayê û parêzgeha Dêra zorê paqij bikin ku di bin kontrola DAIŞê de ye.
Hêzên artêşê bi alîkariya hêzên hevpeyman, gundên Hewîce Şinan û Şerîdeyê li derdora rojhilata Reqayê ji lepên terorîstên DAIŞê rizgar kirin.
Ev hêz di du hefteyên derbasbûyî de jî heft bajarokên başûr û li derdora çemê Firatê azad kirin û bi azadkirina bajarokên Xanem Elî, El-Rabiye û El-Cebîlê her cure riya gîhandina alîkariyê bo wan qut kirin ku li encama wê meqerên DAIŞê hatin îmhakirin.
Li gor nûçeyeke din di dewama pevçûn û şerê navxweyî navbera komên terorîstî tekfîrî li bakurê Sûriyê, yek ji van komana , trimbêleke bombekirî nêzîkî meqera grûpa terorîstî ya bereya El-Nusre li navça derdora El-Muhendisînê li rojava Helebê teqand ku li encama wê hejmarek ji terorîstan hatin kuştin û ev meqera îmha bû (BANGÊ ÎSLÂMİ).