IraqNûçeRojhilatanavin

Azadkirina çend navçeyên teze li Kêleka rast a Mûsilê

Hêzên iraqî karîn çend navçeyên teze li kêleka rast a Mûsilê ji bin kontrola têrorîstên DAIŞ`ê azad bikin.

Hêzên iraqî roja yekşemiyê di dewama opêrasiyona  xwe li kêleka rast a Mûsilê, karistana Sîmana Badoşê, taxên Wadî El Eyn û Recm El Hedîdê li kêleka rast a Mûsilê ji destê têrorîstên DAIŞ`î azad bikin.

Li pey êrîşa firokeyên şêrr ên Iraqê ser navendeke perwerdekirinê ya têrorîstên DAIŞ`ê li navçeya El Serçxaneyê li kêleka rast a Mûsilê, 14 kes ji wan Ebu Sabit El Ensarî hatin kuştin.

Hêzên iraqî her wiha karistana herî mezin a bombedanîna DAIŞ`ê li bajarê Mûsilê xistin bin kontrola xwe û hevdem digel vê alûgorê, baregehên DAIŞ`ê li Taxa Mûsila Kevn, ketin ber êrîşa firokeyên şêrr ên Iraqê.

Ebdulemîr Yarellah fermandarê Opêrasiyona “Nêynewa Em Tên“ jî roja yekşemiyê got ku hêzên xwebexş ên gelanî yên Iraqê 175 gund û çar hezar kîlomitrên çarkunc li pêvajoya azadkiirna Mûsilê azad kiirne.

Wî destnîşan kir ku hêzên xwebexş ên gelanî li pêvajoya opêrasiyona azadkirina Mûsilê riyên hawargihaniya bo DAIŞ`ê ji aliyê Sûriyê va qut kirin.

Fermandarekî derecebilind ê artêşa Iraqê îro duşemê qala destpêbûna êrişa nû ya hêzên iraqî dijî terorîstên DAIŞ`ê li nav bajarê kevn ê Mûsilê kir.

Raid Şakir Cewdet fermandarê polîsê federal ê Iraqê li daxûyaniyekê ragihand; Yekîneyên polîsê federal û hêzên lezbertek ji başûrê rojavaya bajarê kevn ê Mûsilê va êrişên xwe yên dijî terorîstên DAIŞ`ê destpê kirin. Cewdet destnîşan kir; Hêzên lezbertek ên Iraqê li nîzikiya kolana Faroqê li nîzikiya mizgefta El-Nûrî dest bi êrişa dijî terorîstan kirine.

Raid Şakir Cewdet fermandarê polîsê federal ê Iraqê qala pêşdaçûna hêzên polîsê û hêzên lezbertek ên Iraqê li bereya başûr rojavaya Mûsilê kiriye.

Wî got: Hêzên polîs û hêzên lezbertek ên Iraqê li çarçova opêrasiyona azadkirina tam a rojavaya Mûsilê ji destê DAIŞ`ê li bereya başûr rojavaya Mûsilê pêşda çûne.

Ji aliyê din va serleşker Elî El Lamî fermandarê tîpa pêncan a polîsê federal ê Irqê tevî redkirina gotegotên li bara rawestandina pevçûnan li kêleka rast a bajarê Mûsilê destnîşan kir: Hemî yekîneyên leşkerî yên Iraqê li halê pêşdaçûna li hemî bereyên Kêleka rast a Mûsilê ne.

Wî her wiha got: Niha pevçûn li beşa qedîmî ya Mûsilê ji taxa Bab El Tewbê dest pê bûne û wê heta dawîn çepera DAIŞ`ê li vî bajarî wê bidomin.

Serokwezîrê Iraqê jî got ku têkoşîna li hemberî têrorîsmê mijara sereke ya dewleta Iraqê ye û pêwîst e ku mijara sereke ya giştan be.

Heyder Ebadî got ku hêzên vî welatî bi têkbirina têrorîstên DAIŞ`ê di hefteyên tê da, dê wan ji vî welatî biqewtînin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu