IraqNûçeRojhilatanavin

Azadkirina dergeha El Welîdê li navçeyên sînorî yên Sûriyê

Artêşa Iraqê ragihand ku Deriyê Welîd ya di navbera sînorê Sûriye û Iraqê de hatiye kontrolkirin û ji rojavayê Mûsilê ve êrîşa ber bi navçeya Tileferê jî dest pê kiriye.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihand ku “Bi beşdariya Heşda Eşaîrî, hêzên esmanî yên Iraqê, Artêşa Iraqê û balafirên şer ên hêzên hevpeymanan ji bo kontrolkirina Deriyê Sînor ê Welîd, operasyonek pêk anîne.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Deriyê Welîd bi temamî hatiye kontrolkirin û terorîstên DAIŞ`ê ji herêmê hatine derxistin.

Ji aliyê din ve, Artêşa Iraqê roja 16`ê Hezîrana 2017`an ji rojavayê Mûsilê ve dest bi operasyona kontrolkirina navçeya Til Eferê kir û 3 gundên bajarokê Badûşê kontrol kirin.

Fermandarên Artêşa Iraqê dibêjin, armanca wan a vê carê kontrolkirina navenda Til Eferê ye û ku terorîstên DAIŞ`ê ber bi vî navçeyî ve paşve vedikişin.

Cîgirê Fermandarê Firqeya 15`a Artêşa Iraqê General Ebdulhusên Xezelî ragihand ku gundên Zenazil, Konîsye û Megdûman ên Badûşê ji destê DAIŞ`ê hatine derxistin.

Xezelî got: “Li van gundan ala Iraqê hate bilindkirin. Niha hêzên me ber bi Til Eferê ve pêşve diçin. Em ji nîştecihên Til Eferê re dibêjin, bi destûra Xwedê em tên we rizgar bikin. Ji DAIŞ`ê re jî dibêjin, em li pey we ne û emê we ji axa Iraqê derbixin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu