NûçeRojhilatanavinSûriye

Azadkirina gundê Xerbeşê ya Sûriyê

Medya sûrî sêşemiyê şevê li bara serdestiya artêşê û hêzên çekdar ên vî welatî ser gundê Xerbeşê li bakurê rojhilata Helebê piştî pevçûneke giran tev grûpa terorîstî ya DAIŞê agahî dan.

Artêşa Sûriyê her wiha roja sêşemiyê li vê mêhwerê gundên Serbes û Hisamiyê ji destê DAIŞ`ê azad kirin.

Hêzên sûrî roja yekşemiyê jî bajaroka Sûranê û gundên  Serce Sexîr û Serce Kebîr û Meranê li bakurê rojhilata Helebê azad kirin

Artêşa Sûriyê li rojên buhurî li vê eniyê kontrola gundên  Ebed, Sefe û Şamirê girtibûn destê xwe.

Artêşa Sûriyê li eçnd rojên buhurî operasyonek li navçên rojhilata parêzgeha Helebê jibo azadkirina van navçan a ji destê grûpa terorîstî ya DAIŞê destpê kiriye.

Her wiha balefirên cengê yên artêşa Sûriyê û Rûsiyê li çend rojên buhurî bi tundî meqerên  grûpa terorîstî ya DAIŞê li derdora rojhilata parêzgeha Helebê bombebaran kirin.

Piraniya bombebaranên hanê li derdora balefirgeha Koyres, Deyrhafir û Meskenê bûn û gelek xisar jî li terorîstên DAIŞê ketiye.

Bajarê Helebê ji 22 Kanûna 2016`an  hevgavê derketina  terorîstên mayî ji navçên  rojhilata vî bajarî tam kete kontrola artêşa Sûriyê.

Sûriye ji pênc salan berî niha ve bi hizûra grûpên terrorîstî ji wan DAIŞ û bereya El-Nusre ku ji aliyê rojava  û hin welatên navçê piştgirî dibin rastî qeyranê hatiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu