Medya sûrî sêşemiyê şevê li bara serdestiya artêşê û hêzên çekdar ên vî welatî ser gundê Xerbeşê li bakurê rojhilata Helebê piştî pevçûneke giran tev grûpa terorîstî ya DAIŞê agahî dan.
Artêşa Sûriyê her wiha roja sêşemiyê li vê mêhwerê gundên Serbes û Hisamiyê ji destê DAIŞ`ê azad kirin.
Hêzên sûrî roja yekşemiyê jî bajaroka Sûranê û gundên Serce Sexîr û Serce Kebîr û Meranê li bakurê rojhilata Helebê azad kirin
Artêşa Sûriyê li rojên buhurî li vê eniyê kontrola gundên Ebed, Sefe û Şamirê girtibûn destê xwe.
Artêşa Sûriyê li eçnd rojên buhurî operasyonek li navçên rojhilata parêzgeha Helebê jibo azadkirina van navçan a ji destê grûpa terorîstî ya DAIŞê destpê kiriye.
Her wiha balefirên cengê yên artêşa Sûriyê û Rûsiyê li çend rojên buhurî bi tundî meqerên grûpa terorîstî ya DAIŞê li derdora rojhilata parêzgeha Helebê bombebaran kirin.
Piraniya bombebaranên hanê li derdora balefirgeha Koyres, Deyrhafir û Meskenê bûn û gelek xisar jî li terorîstên DAIŞê ketiye.
Bajarê Helebê ji 22 Kanûna 2016`an hevgavê derketina terorîstên mayî ji navçên rojhilata vî bajarî tam kete kontrola artêşa Sûriyê.
Sûriye ji pênc salan berî niha ve bi hizûra grûpên terrorîstî ji wan DAIŞ û bereya El-Nusre ku ji aliyê rojava û hin welatên navçê piştgirî dibin rastî qeyranê hatiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)