NûçeRojhilatanavinSûriye

Azadkirina Helebê ji lepên têrorîstan, serketineke mezin a istiratêjîk

Bi dû azadkirina tam a bajarê Helebê ji lepên têrorîstan, niştecîyên vî şarî şeva buhurî jibo birêxistina cejin û şayîyê bi minasebeta serketina li hemberî têrorîstan daketin kolanan û ev serketina mezin li hev pîroz kirin.

Bi azadkirina bajarê heelbê, tenê beşeke piçûk ji parêzgehên Dêrezorê li rojhilatê û Reqê li bakûra Sûrîyê di bin lepên têrorîstan da maye ku çav li rê ye ku piştî azadkirina tam a Helebê, hêzên sûrî bo moraleke xurttir bala xwe bidin ser azadkirina van deverana.

Bajarê Helebê ji sala 2012`an va ser du beşên rojhilat û rojava hatibû parvekirinê ku beşa rojavaya wî di bin kontrola hêzên sûrî û beşa rojhilata wî jî di bin lepên komên têrorîst da bû. Ji destpêka qeyrana Sûrîyê va, kifşkirina qedera Helebê, roleke bingehîn li pêşeroja Sûrîyê hebûye û encama muadileyên vî welatî kifş kirine. Di rastîyê da Heleb bûye bereya sereke ya şerê li Sûrîyê û piştgirên komên çekdar û têrorîst bi her awayî hewl didan ku kontrola vî şarî destê xwe da ragirin ta ku pêşeroja sîyasî ya Sûrîyê kifş bikin lê, azadkirina Helebê ev muadile bi tamî aloz kirin. Azadkirina Helebê li gorî mewqîya wî wekî duyemîn bajarê girîng ê Sûrîyê û bajarê herî girîng ê vî welatî li bakûra Sûrîyê li haleklî pêk hat ku welatên piştgirê têrorîstan ango dewletên rojavayî û hin dewletên navçê bi hemî hêza xwe planeke komplokirinê dişopandin. Di çarçova plana bikîn a komplokeran li dijî Sûrîyê da biryar bû ku dewleta neyarên çekdar li vî şarî bê avakirinê û Heleb paytexta dewleta neyaran be ta ku zemîneya perçekirina Sûrîyê li gorî plana komplokerane ya Amerîkayê ya bi navê Rojihilata Navîn a Nû pêk bê. Lê bi azadkirina tam a bajarê Helebê ji lepên têrorîstan, careka din plana Amerîkayê ya Rojhilata Navîn a Nû li navçê pêrgî işkestê bû. Lewma girîngîya serketina li Helebê dikare bi serketina berxwedana Libnanê li şerê 33 rojî ku Rêjîma Sîyonîst di sala 2006`an da l idijî Libnanê bi rê xistibû, were muqayisekirin. Di wî şerî da jî Rêjîma Sîyonîst wek nunera Amerîkayê plana Rojhilata Navîn a Nû û perçekirina Libnanê dişopand ku ji ber berxwedana gelanî ya Libnanê nekarî bigihêje armanca xwe.

Nêrîna bikîn û xerez a welatên rojavayî li bara alûgurên Helebê, bûye xaleke kor li pêvajoya hewldanên jibo çareserkirina qeyrana Sûrîyê. Amerîka û hevpeymanên wê li halekî dewleta Sûrîyê sedema rewşa lihevalîyayî û qeyranî li Sûrîyê dizanin ku têrorîst û piştgirên wan ên rojavayî xwe rewşa vî welatî nearam û bêserûber kirine. Bi her awayî serketinên zef li Sûrîyê nemaze serketina li Helebê bûne sedema haykûf û dereweên berfire yên welatên rojavayî li dijî van serketinan û ew lê digerin ku vê serketina mezin piçûk bikin û kêmreng nîşan bidin. Eva li halekî ye ku dewletên piştgirê têrorîstan û kaşkirina êrişên wan ser deverên din û dagirkirina deverên piçûk li deverên din ên Sûrîyê mecala dewama êrişkerîyê dide têrorîstan. Dewletên piştgirê têrorîstan li halekî bi haykûf û derewan idia kirine ku dema azadkirina Helebê şîdet derketîye ku li hemberî cinayetên aşkira ku komên têrorîst ji wan dema dagirkirina Helebê da kirin, bêdeng mane.

Işkestên berfire ên têrorîstan li Sûrîyê û deverên din ji wan li Iraq û Lîbîyê nîşan didin ku têrorîst û piştgirên wan bi liv û tevgerên xwe yên xapokîn nikarin işkestên xwe nemaze işkesta li Helebê biniximînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu