Destyar û şêwirmendê bilind ê rêberê giranqedr ê Înqilaba îslamî azadkirina bajarê Helebê li bakurê Sûriyê ji bin dagirkeriya têrorîstan têkçûna plana parçekirina vî welatî da zanîn.
Serleşker seyd Rehîm Sefewî destyar û şêwirmendê derecebilind ê fermandeyê gişt hêzan roja pêncşemiyê li kêleka Konfêransa Navneteweyiya Yekîtiya Îslamî li Têhranê li hevpeyivîna digel IRIB News`ê hêvî kir ku dûhata din a azadkirina Helebê, azadkirina Reqe, Dêyrezûr û azadkirina tevayê welatê Sûriyê ji bin dagirkeriya têrorîstan be.
Artêşa Sûriyê êvara sêşemiyê bajarê Helebê li bakurê vî welatî piştî pênc salan bi tamî ji destê têrorîstan derxist.
Serdar serleşker Rehîm Sefewî hişyarî da welatên piştgirê têrorîsmê û got: Em ji welatên piştgirê têrorsmê ra dibêjin ku bila nebin darê destê amerîkiyan li plana ku aliyekî wan siyonîst in.
Destyarê taybet ê rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî her viha got: Ev arastiyeke navneteweyî ye ku mêhwera berxwedanê ku ji hevpeymaniya Îran, Rûsiye, Sûriye, Iraq û Hizbullaha Libnanê pêk hatiye, bi ser ketiye û dewamam van serketinan, Mûsila bakurê Iraqê jî ji bin kontrola koma têrorîst a DAIŞ`ê azad dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)