ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Azadkirina Helebê û pêkanîna agirbesê, destpêka aştî û istiqrarê li Sûrîyê ye

Serokê Komara Islamî ya Îranê, “azadkirina Helebê“ û “pêkanîna agirbesê“ li Sûrîyê du pêngavên girîng jibo pêkanîna aştî û istiqrarê zanî.

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê îro li hevdîtina tev Imad Xemîs serokwezîrê Sûrîyê li bajarê Têhranê, serketinên vê dawîyê yên gelê Sûrîyê li hemberî têrorîstan li gelê vî welatî pîroz kirin û got ku azadkirina heelbê nîşan da ku gelê Sûrîyê ware xwe li hemberî têrorîstan baş diparêzin û komên terrorist û piştgirên wan tu wexta nagihêjin armancên xwe.

Rûhanî got: Armanca hemî welatên dostê Sûrîyê vegerandina aştî û istiqrarê bo vî welatî û biryardayîna gelê Sûrîyê jibo pêşeroja welatê xwe ye.

Serokê Komara Islamî ya Îranê hêvî kir ku civîna pêşerojê ya aştîya Sûrîyê li Astanê paytexta Qezaqistanê jî destpêkek jibo muzakirên rastî yên alîyên sûrî û dabînkirina daxwaza gelê Sûrîyê be.

Rûhanî bi gotina vîya ku peywendîyên Tehran-Samê kûr û bibandor in, li ser pêwîstîya sûdwergirtina ji derfet û potansîyelên heyî jibo pêşketin, qahîm û bihêzkirina hemîalî ya hevkarîyên her du welatan sekinî.

Serokwezîrê Sûrîyê jî serketina li Helebê encama berxwedana gel û fidakarîyên artêşa Sûrîyê û piştgirîyên Îranê ji Sûrîyê zanî û got ku vîyana dewlet û gelê Sûrîyê berxwedana li hemberî têrorîstan û vegerandina ewlehîyê bo vî welatî ye.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu