IraqNûçeRojhilatanavin

Azadkirina kempeke eskerî li Mûsilê ji lepên DAIŞ`ê

Rayedarê hêzên ewlehî yên Iraqê Muqdem Ebdulemîr diyar kir ku ew zarokên ku ji aliyê DAIŞ`ê ve dihatin revandin an jî yên ku bi xwe beşdarî DAIŞ`ê dibûn, li vê biryargehê dihatin perwerdekirin.

Li Mûsilê biryargeha herî mezin a DAIŞ`ê ya ku ji bo perwerdehiya milîtanên zarok û xwarinê dihat bikaranîn, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat kontrolkirin.

Biryargeha terorîstên DAIŞ`ê, ku berê ji bo trênê weke tunelê hatibû amadekirin û ji aliyê DAIŞ`ê ve navê Biryargeha Tedmûrê lê hat kirin, ji aliyê hêzên ewlehî yên Iraqê ve hat kontrolkirin. Hat gotin ku ew biryargeh nêzîkî balafrixaneya Mûsilê ye.

Rayedarê hêzên ewlehî yên Iraqê Muqdem Ebdulemîr diyar kir ku ew zarokên ku ji aliyê DAIŞ`ê ve dihatin revandin an jî yên ku bi xwe beşdarî DAIŞê dibûn, li vê biryargehê dihatin perwerdekirin.

Hêzên ewlehiyê piştî ew biryargeh kontrol kirin, ew der ji teqemeniyan paqij kirin. Her wiha hat diyar kirin ku bilindahiya tunelê bi qasî 10 mitroyan e û dirêjahiya wê jî nêzîkî 2 kîlomitro û nîv e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu