Azadkirina Mûsilê kêşa pevçûna li kolan û çarsiyan

Hêzên hevpar ên Iraqê bi pêşdeçûna xwe ya berfireh li mêhwerên curbicur li nav û derveyî bajarê Mûsilê û azadkirina navçên berfireh li derdora başûrê bajêr, meydan jibo terorîstan li vî bajarê yek û nîv milyon kesî tengtir kirin.
Li gorî rapora ISNA`yê, û ji zarê malpera nûçan a Şefeq Newsê, yekînên leşkira nehan a artêşa Iraqê tim bipêşdeçûna xwe li beşa rojhilata bajarê Mûsilê didomînin û tê gotin ku li hin navçan heya nêzîkî perava çemê Dîcleyê ku bajêr bi du beşan par vekiriye, bi pêşde çûne.
Hêzên rawestana li ber terorîzma Iarqê jî kontrola taxa El-Ulemayê û El-Muelimînê li bakurê rojhilata Mûsilê piştî pevçûnên giran tev DAIŞê girtin destê xwe. Wan her wiha kontrola taxa Meharibînê girtin destê xwe. Terorîstên DAIŞê hewil didin ku bi trimbêlên bombekirî pêşiya bipêşdeçûna hêzên iarqî bigrin.
Bajarê Mûsilê ku bajarê dudiyan ê Iraqê tê hesabê bi çemê Dîcleyê bi du beşên rast û çep par ve bûye ku pevçûn niha li taxên rojhilat û bakurê didomin. Ev navçe berûvajiya taxên lihevaliyayî yên rojavayî ji ber nû bûna avahiyan hin navçên bi şeqamên pantir heye ku karê bipêşdeçûnê jibo hêzên iarqî bitaybet aûrên zirihî yên artêşê hêsantir dike.
Piştî azadkirina bajarê stratejîk a Nemrûdê li mêhwera başûrî, artêşa Iraqê gundê Qereşûrê li bakurê Nemrûdê destpê kiriye û hêzên hevpar helwestên xwe jibo bipêşdeçûna ber bi taxên başûrê Mûsilê xurt kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)