IraqNûçeRojhilatanavin

Azadkirina Mûsilê; Rojeva hevdîtina Mesûm û Cebûrî

Serokkomarê Iraqê digel serokê parlimana vî welatî li bara opêrasiyona azadkirina Mûsilê li bakûrê vî welatî gotûbêj kir.

Li gorî rapora malpera nûçeyan a Yewmelsabiyê, Fuad Mesûm serokomarê Iraqê û Selîm Cebûrî serokê parlimana vî welatî roja duşemiyê guhertinên siyasî, ewlehî û aborî yên Iraq û amadetiya ji bo opêrasiyona rizgarkirina bajarê Mûsila navenda parêzgeha Nêynewayê li bakûrê Iraqê ji bin dagîrkeriya çeteyên DAIŞ`ê hilkolandin.

Fuad Mesûm tevî pêgiriya li ser rola girîng a parlimana Iraqê li warê qanûndarêştin û xurtkirina morala hevkariyê di navbera çîn û qatên cûrbicûr ên gelê Iraqê ji bo rizgarkirina vî welatî ji qeyranên pêşber, mijara sitirandina awareyan û raberkirina ximetan bo wan hilkoalnd.

Serokomarê Iraqê duh her viha li hevdîtuina digel Fomiyo Evay sefîrê Japonê li Bexdayê xwest ku ev welata beşdarî avakirina nû ya Iraqê bibe û ji tecrubeyên Tokyoyê ji bo geşepêdana beşa pêşeyî, cotkarî û perwerdehiyê sûd were wergirtin û li ser xurtkirina peywendiyên duyalî pêgirî kir.

Fomiyo Evay sefîrê Japonê jî tevî pesinandina destketiyên leşkerî yên Iraqê li şerê dijî têrorîstan, got: Tokyo ji vî welatî li şerê dijî têrorîsmê, avakirina nû ya navçeyên zirardîtî û dewama raberkirina alîkariyên mirovî piştgiriyê dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu