FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Emîrebdullahiyan: Birina baylozxana Amerîkayê ji Telavîvê bo Qudsê dê berdêleke mezin ji Waşîngtonê re hebe

Destyarê taybete serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê li karûbarên navnetewî got: Biryara lezgîn a birina baylozxana Amerîkayê ji Telavîvê bo Qudsê dê berdêleke mezin ji bo Waşîngtonê hebe.

Li gor rapora IRIB Newsê, Husên Emîrebdullahiyan destyarê taybete serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê li karûbarên navnetewî got: Bê şik hemû aliyên navçeyî û navnetewî ku bixwezin bikevine nav lîstika işkestxwarî ya birina baylozxana Amerîka ji Telavîvê bo Qudsê dê bacekî giran bidin.

Husên Emîrebdullahiyan destnîşan kir: Hêzên berxwedanê hemû mijar ji hefteyên berî niha amade ragirtine û eger Trump bixwaze baylozxana Amerîka ji Telavîvê bibe Qudsê ev mijarên ku bereya berxwedanê amde kirine dê yek bi yek îcra bibin.

Ji aliyê dinve Selah El-Zevavî baylozê Filistînê li Têhranê jî ragihand biryara Trump serokkomarê Amerîka ku dixwaze baylozxana Amerîka ji Telavîvê bibe Qudsê bona desthilata ser cîhana îslamê ye

Başa dön tuşu