hêzên artêşê û hêzên gelanî yên Iraqê roja çarşemiyê li dewama operasyona azadkirina tam a bajarê Qeyarê li 60 km ya başûrê Mûsilê, navenda parêzgeha Neynewayê, navçên El-Musfî, dayira polîsan û nexweşxana dewletê ya vî bajarî ji destê terorîstan azad kirin.
Hêzên iraqî her wiha sê trimbêlên bombekirî li derdora bajarê Qeyarê têk birin.
Hêzên artêşa Iraqê operasyona derbasbûna nav bajarê Qeyarê ji çar mêhweran destpê kirine û derbasî navça navendî ya vî bajarî bûne.
Li vî halî artêşa Iraqê îro çarşemiyê ji xelkê bajarê Mûsilê xwest ku ji vî bajarî dernekevin û ji meqerên grûpa tekfîr ya DAIŞ`ê dûr bikevin.
Polîsên Iraqê jî îro çarşemiyê ragihandin ku hêzên artêşa Iarqê, Qayib Hemd El-Merqawî serkirdê grûpa terorîst a DAIŞ`ê li girava El-Xalidiyê li parêzgeha Enbarê li rojavaya Iarqê dema paqijkirina vê navçê ji destê terorîstan girtin.(BANGÊ ÎSLÂMİ)