IraqNûçeRojhilatanavin

Hêzên Iraqê DAIŞê li heremekê teng dorpeç kirine

Operasyona kontrolkirina rojavayê Mûsilê berdewam dike lê hêzên ewlekariya Iraqê ji bo parastina jiyana kesên sivîl, bi baldarî tevdigerin.

Fermandarê Hêzên Dij Terorê yê Iraqê Ebdulwehab Sadî di daxuyaniyeke çapemeniyê de got; “Piştî kontrolkirina her tax û kolanekê hêzên ewlekariyê karê paqijkirina bombe û mayinan dikin. Bermayên DAIŞê tên paqijkirin.”

Sadî diyar kir ku ew bi baldarî pêşve diçin û giringiyê didin parastina canê sivîlan, lê DAIŞ rê nade sivîl ji qada şer derkevin.

Li gor zanyaryên fermandarên leşkerî yên Iraqê, terorîstên DAIŞê li herêma Mûsila Kevin berevanyeke dijwar dikin. Herweha balkişande ser wê yekê ku hêzên iraqî karîne hemû mizgeft û cadeyên taxa Edele û Bazara Bab el-Seraya ya li navçeya Mûsila Kevin kontrol bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu