Bi azadkirina navçên din ên parêzgeha Neynewayê helîqa dorpêça grûpa terorîstî ya DAIŞê li bakurê Iraqê tengtir bûye.
Li gorî rapora IRIB Newsê, artêş û hêzên gelanî yên Iraqê îro çarşemiyê karîn ku navça Til Şiyanê nêzîkî balefirgeha Tileferê li parêzgeha Neynewayê azad bikin.
Li derdora vê balefirgehê pevçûnên giran navbera hêzên gelanî yên Iraqê û terorîstên DAIŞê qewimî ku bû sedema kuştina hejmareke zêde ji terorîstan.
Hêzên gelanî yên Iraqê her wiha ji sê mêhweran balefirgeha Tileferê dorpêç kirine ku tê gotin hejmarek ji endamên DAIŞê destxwe ji van navçana ber bi sînorên Sûriyê revîne.
Her wiha li gor nûçan nîvek ji navça Tehrîrê li Mûsilê bi destê hêzên rawestana li ber terorîzmê hatiye azadkirin.
Di eynî demê de çavkaniyên ewlehiyê li parêzgeha Neynewayê ragihandin ku hêzên irqaî karîn dema bipêşdeçûna li bajaroka El-Bekirê li rojhilata Mûsilê 100 malbatên iraqî ku ji aliyê grûpa DAIŞê ve hatine orpêçkirin, azad bikin.
Sed Mein berdevkê wezareta karên hundir a Iraqê ragihand ku li mêhwera başûrê Mûsilê heya niha zêde ji 950 kes ji endamên DAIŞê hatine kuştion û nêzîkî 100 kes hatine girtin.
Operasyona azadkirina Mûsilê ji 17 Cotmeha îsal ser fermana Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê destpê bûye. Mûsil navenda herî dawiyê ya DAIŞê li Iraqê ye (BANGÊ ÎSLÂMİ).