NûçeRojhilatanavinSûriye

Azadkirina navçeyeke stratejîk li derdora paytexta Sûriyê

Hêzên artêşa Sûriyê berêvara şemiyê navça El-Zêynê li başûrê Şamê ji lepên komên teorîstî derxistin.

 Li gorî rapora kanala nûçan a El-Meyadînêm,navça stratejîk a El-Zeynê navbera navçên  Yelda û Hecer Eswedê li başûrê Şamê li opersyona  roja şemiyê ya hêzên sûrî li dijî meqerên  teorîstên  koma nasiyar bi Cêyş Ul-Îslamê azad bû.

Li encama  vê operasyonê,  deh kes ji terorîstên  Cêyş Ul-Îslamê hatin kuştin an birîndar bûn.

Li gorî gotina fermandeyên artêşa Sûriyê azadkirina  vê navçê û navçên dine Xûteya  rojhilat bi wateya  rizgarbûna  van navçana ji êrişên hawanên  komên terorîstî ye.

Li encama êrişên  hawanê yên  sala buhurî ya terorîstan ser derdora  Şamê bi hezaran kesên sivîl hatin kuştin  an birîndar bûn.

Li çend rojên  buhurî komên etrorîstî ji wan Cêyş Ul-Îslamê bi  tamulkirina xisarên giran ji piraniya navçên edrdora Şamê derketine.

Koma welatên  rojava-erebî li dijî sûrî bi pêşengiya  Emerîkayê ji heft salan berî niha bi stratejiya sernixûnkirina  dewleta qanûnî ya  Sûriyê bû sedem ku bi dehan hezar terorîstên  tundrê ji welatên  curbicure cîhanê berê xwe dane  vî welatî û ji çek û sîlehên  pêşketî-pere û piştgiriyên  lêaznînî behre wergirtine.

Başa dön tuşu