AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê li dijî Amerîkayê pêngav avêt

Li gorî nûçeya ajansa dewletî ya IRNAyê, ew proje yasa di civîna îro ya parlamentoya wî welatî de û bi dengê 240 parlamenteran hatiye pesendkirin û weke bersivekê li hember dorpêç û cezayên nû yên Amerîkayê yên li dijî Îranê ye.

Di çarçoveya wê proje yasayê de, Îran 2000 milyar Toman (560 milyon Dolar) weke bûdceyeke taybet bo pêşxistina şiyanên serbazî û mûşekî terxan dike.

Li gorî yasayê, hikûmeta Îranê dê nîvê wê budceyê bide Supaya Quds, ku baskê derve yê Supaya Pasdaran a Îranê ye û siyaset û stratejiyên wê hêzê û dewleta Îranê li derveyî welat cîbicî dike.

Herwiha Wezareta Îtîlaatê û Supaya Quds hatine erkdarkirin, ku alîkariya wan hikûmet û aliyan bikin, yên ku dijatiya Amerîkayê dikin.

Serokê Parlamentoya Îranê Elî Larîcanî piştî pesendkirina wê proje yasayê di axavtinekê de ragihand: “Bila amerîkî bizanin, ku ev proje, pêngava yekem a parlamentoyê bû ku hat avêtin. Li gel wê çendê ku di hin karûbaran de, me bi îhtiyat pêngav avêtin, lê belê 16 pêngavên din di encumena etomî de hatine pejirandin, ku ew jî dê werin cîbicîkirin.”

Berdevkê Komîsyona Ewlehiya Netewî û Siyaseta Derve ya Parlamentoyê, Hisên Neqewî Hisênî jî got, di wê proje yasayê de, çarçoveya giştî ya rêkevtina etomî ya navbera Îranê û welatên 5+1 hatiye parastin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu