IraqNûçeRojhilatanavin

Adil Evdilmehdî: Axa Iraqê yê dijî tu welatekî neyê bikaranînê

Serokwezîrê Iraqê wekî berteka li hemberî gotinên vê dawîyê yên Serokomarê Amerîkayê pêgirî kir ku axa vî welatî yê dijî tu welatekî neyê bikaranînê.

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump roja yekşemê di hevpeyvîna digel kanala CBS NEWS`ê idia kir ku dewama mayîna leşkerên amerîkî li Iraqî ji bo çavdêrîya ji nêzîk ve ya ser Îranê ye.

Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî jî di civîna çapemenîyê ya hefteyê da gotinên Trump ên derbarê hebûna baregehên amerîkî li Iraqê de got: Hêzên amerîkî yên li Iraqê hêzên perwerdê ne ku di çarçova Hevalbendîya Navdewletî ya dijî DAIŞ`ê da li vî welatî ne.

Serokomarê Iraqê Berhem alih û Serokê Parlimana Iraqê Mihemed Helbûsî jî berî vîya gotinên Trump dijî destûra bingehîn û serwerîya netewî ya vî welatî zanîne.

Fraksyonên sereke li Parlimana Iraqê û partî û kesayetîyên curbicur ên iraqî jî bi daxûyanîyên cida tevî şermezarkirina gotinên destwerdanê yên Trump pêgirî li ser pêngava lezgîn a Parlimanê ji bo pejirandina qanûna derketina hêzên amerîkî ji Iraqê kirin.

Başa dön tuşu