Fermandê operasyona azadkirina Mûsilê li bakurê Iraqê ragihand bajarî filnişîn a Telkîfê li 18 km ya bakurê rojhilata Mûsilê ji lepên grûpa terorîstî ya DAIŞê hat azadkirin.
Ebdulemîr Reşîd Yarullah fermandê operasyona azadkirina Mûsilê li daxûyaniyekê ragihand: Îro yekînên artêşa Iraqê bi operasyonekê ji sê mêhweran ber bi navenda bajarê Telkîfê pêşde çûn û karîn ku vî bajarî azad bikin.
Fermandê operasyona azadkirina Mûsilê her wiha diyar kir: Hêzên artêşa Iraqê avahiyên walîtî, dadgeh û Konseya abjêr xitine bin kontrola xwe û alaya Iraqê ser avahiyên dewletî bilind kirin.
Operasyona êrişa ser navenda bajarê Telkîfê ku ji Cotmeha 2016an li kontrola hêzên hevpar ên artêş û pêşmergên kurd ên Iraqê bû ji vê sibê ve destpê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)