FilistînNûçeRojhilatanavin

Meşa filistîniyan li Xezê bi minasibeta salvegera damezirandina HAMAS`ê

Bi dehan hezar filistînî li meşa salvegera 29`an a damezirandina Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) li Xezê beşdarî kirin.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya Filistînê, Tevgera Berxwdana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) ragihand, bi dehan hezar filistîniyên endam û alîgirên vê tevgerê, alayên reş ên tewhîdê û alayên HAMAS`ê girtin destê xwe û li meşa bicoş a ku bi minasibeta salvegera 29`an a damezirîna wê hatibû li darxistin, beşdar bûn.

Beşdarên li vê meşê, hin dirûşmeyan bona piştgiriya ji vê tevgerê dan û li ser dewama berxwedanê li hember dagîrkerên Siyonîst sekinîn.

Bûyerên curbicur ên ku bi dû dagîrkirina Filistînê di sala 1948`an û bi taybet piştî şikesta 1967`an qewimîn, rê jibo pêkhatina HAMAS`ê xweş kirin.

Şêx Ehmed Yasîn, li 6`ê Kanûna 1987`an damezirîna vê tevgerê ragihand. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu