ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Rûhanî û alimên sunne û şîe yên parêzgeha Diyalê her wiha ji piştgiriyên Komara Îslamî ya Îranê ji Iraqê li şerê li hember terorîzmê spasî kirin

Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê, qawetên Îstikbarî ji wan Emerîka û Rejîma Siyonîstî sebebkarên sereke yên qeyranên navçê dan zanîn û destnîşan kir: Emerîka û Îsraîl li dû gurrkirina agirê firqexwaziya li navçê ne.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Îrec Mescidî roja çarşemiyê li hevdîtina  komek ji alimên  sunne û şîe yên parêzgeha Diyalê ya Iraqê got: Qawetên îstikbarî hewl didin bi kişandina navçê ber bi aloziya dayimî, çekên xwe bidin firotinê û mal û heyîtiyên  gelên navçê talan bikin.

Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê tekez kir ku jibo rawestana li ber kiryarên bi dijminatî yên qawetên îstikbarî li navçê yekitiya şîe û suneyan û rawestana yekgirtî li hember dijminên Îslamê pêwîst e.

Îrec Mescidî her wiha peywendiyên navbera Îran û Iraqê bibiratî û stratejîk da zanîn û ser wêdebirina  bêtifaqiyan li hemî waran sekinî.

Alimên  sunne û şîe yên parêzgeha Diyalê jî li vê hevdîtinê ji hewldanên rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî jibo pêkanîna rewşa biratî û hevaltiyê di navbera şîe û sunneyan spasî kir.

Rûhanî û alimên sunne û şîe yên parêzgeha Diyalê her wiha ji piştgiriyên  Komara Îslamî ya Îranê ji Iraqê li şerê li hember terorîzmê spasî kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu