NûçeRojhilatanavinYemen

Wezîrê berevaniyê yê Yemenê: Destdirêjker li peravên rojavayî têk çûne

Wezîrê berevaniyê yê Yemenê Şemiyê bi şev qala têkçûna destdirêjkerên siûdî li perravên rojavayî yên Yemenê kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Wezîrê berevaniyê yê Yemenê, Serleşker Mihemed Nasir El Atifî li rêûrisma bidawîhatina dewreya peredrehiyê ya fermandarên gordanên berevanê perravên rojavayî yên Yemenê got: Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî bi hemî hêz û îmkanan, propagandaya mêdyayî û derfetên xwe yên berfireh li vê bereyê da têk çûye.

Wezîrê berevaniyê yê Yemenê got: Hevkarî û hevdengiya gelê navçeya Tehameyê li parêzgeha Hudeydeyê li rojavaya Yemenê tev arttêş û komîteyên gelanî yên vî welatî hewildana destdirêjkeran ji bo pêşketinê têk bir.

Hêzên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê roja şemiyê bi paqijkirina navçeya El Cebeliyê li devera El Tehtiyayê li perravên rojavayî yên Yemenê, riyên gihandina alîkariyê bo destdirêjkeran qut kirin.

Berdevkê hêêzn çekdar ên Yemenê jî Şemiyê bi şev qala kuştin û birîndarkirina zêde ji 180 kes ji hêzên hevpeymaniya destdirêjker a siûdî li parêzgeha Hudeydeyê di heyama 48 saetên bihurî da kir.

Sertîp Yehya Serî’ her wiha got: Artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê di rojkên dawî da 171 erebeyên zirêhî yên hevpeymaniya destdirêjker a siûdî li parêzgeha Hudeydeyê ji nav birine.

Serleşker Mihemed Nasir El Atifî Wezîrê berevaniyê yê Yemenê pêştir destnîşan kiribû ku perravên rojavayî yên vî welatî dê bibin goristana destdirêjkeran.

Hevpeymaniya destdirêjker a siûdî ji roja Çarşemiyê 13ê Hezîranê va êrîşên xwe yên berfireh ji bo dagirkirina bendergeha Hudeydeyê li rojavaya Yemenê dest pê kiriye.

Bendergeha Hudeydeyê riha sereke ya şandina alîkariyên însandostiyê bo Yemenê ye.

Ji ber şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên vî welatî li dijî Yemenê ji 26ê Adara sala 2015an va ku ev şer dest pê bû heta niha 14 hezar ji yemeniyan hatin ekuştin. Bi dehabn hezarî birîndar bûne. Bi miliyon kesî aware û derbider û bêşûnûwar bûne. Gellek ji binavahiyên xizmetgihaniyê li vî welatî ji wan nexweşxane, pergala avgihanî, cereyan, rê, dibistan kavil û wêran bûne. Rêjîma Siûdî û hevpeymanên wê heta niha ji ber berxwedana gelê Yemenê nekarîne tu yek ji armancên xwe li vî welatî ji wan desthilatdarkirina kesên ser bi wan li vî welatî, bi dest bixin.

Başa dön tuşu