AsyaCîhanNûçeRojhilatanavin

Azerbaycanê li xala leşkerî ya Ermenîstanê da

Wezareta Berevanîya Azerbaycanê ragihand ku xaleke leşkerî ya êrîşê bi lêdana hêzên wan hatiye rûxandin.

Wezareta Azerbaycanê dîmenên lêdana mewzîyên Ermenîstanê belav kir û da xuyakirin, arteşa Ermenîstanê bi êrîşên xwe yên ser herêmên sivîl bûye sedema mirinan û dê hêzên wan jî herêmên niştîngehên Ermenîstanê bikin armanc.

Li gor Azerbaycanê arteşa Ermenîstanê herî dawî şeva borî bi topên hawinê çeperên leşkerî yên Azerbaycanê yên dikevin ser niştîngehên sivîl ên Terter, Agdam û Fuzulî daye ber topan.

Wezareta Berevanîya Azerbaycanê bangewazî li Ermenîstanê kir ku dawîyê li wan êrîşan bîne û heke dawî li êrîşan neyînin jî dê Azerbaycan kûrahîya ‘herêmên dijmin’ bike armanca êrîşê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu