CîhanEwropaNûçe

Sekreterê giştî yê berê yê NYê mir

Sekreterê giştî yê NYê yê kevin û xwedî xelata Nobel a aşitiyê Kofi Annan di 80 saliya xwe de koça dawî kir.

Kofi Annan ku di sala 1938 4 Nîsanê li bajarê Kumasi yê Gana yê ji dayîk bû, piştî ku perwerdeya xwe a zankoyê li Gana, Amerîka û Siwîsre yê dît, li Netewên Yekbûyî de (NY)ê de dest bi xebatê kir.

Di tevahiya jiyana xwe ya xebatê de di sektorên cuda yên Netewên Yekbûyî de kar meşand. Beriya hilbijartinên serkreteriyê yên giştî, musteşariya sekreteriyê ya giştî dimeşand.

13 Kanûna 1996 de piştî Boutros Boutros-Ghali, weke sekreterê giştî yê heftemîn yê Netewên Yekbûyî hat hilbijartin.

Annan piştî xizmeta 10 salan 1 çileya 2007ê de erkê xwe radestî Ban Ki-moon yê ji Kore ya başûr kir.

Başa dön tuşu