Hêzên artêşa Iraqê erdên berfire ên navçên rojhilat û bakurê rojhilata bajarê Mûsilê ji destê terorîstên tekfîrî yên DAIŞê azad kirine.
El-Taf Ehmed nûçegihanê PressTVyê ji navça teze azadbûyî ya Mûsilê ku zêde ji 2 hezar salan erdê fileyên iraqî bûye, radigihîne: Dîwarên avahiyan li navça Bexdîdê dûkela agirê gullevaêtinê reş kiriye û ser dîwarê malan sloganên DAIŞê tên dîtin. Hêzên iraqî navça Qereqûşê ku xelkê herêmê wê Bexîde bi anv kirine azad kirine. Ev bajara ku wextekê erdê 50 hezar fileyan bû bajarê herî mezin ê filenişîn a Iraqê ye.
Terorîstên tekfîrî derbasgehek ber bi vê deriyê kulane ev derbasgeha ku yek ji kunemişkên wan e çend mêtran dirêjahiya wê ye.
Hêzên iraqî dibêjin ku ev dera cihek e ku nîşanbaz û sebebkarên întiharî yên DAIŞê ji tirsa êrişên bejahiyê û hewayî yên artêşa Iarqê têde xwe veşartine.
Klîseyeke din klîseya herî mezin a li Qereqûşê bûye wek depoyê çek ş sîlehan û karistana çêkirina berhemanîna bombeya DAIŞê.
Hêzên iraqî û yekînên besîca gelanî kargeheke berhemanêna bombeyan a DAIŞê li vê navçê peyda kirine. DAIŞ wan madên bijahr jibo çêkirina çek û sîlehên xwe bi kar aniye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)