NûçeRojhilatanavinSûriye

Têrorîstên ser bi Tirkîyê zevî û daristanên zeytûnê li Efrînê dişewitînin

Têrorîstên di bin fermana Tirkîyê li şarê Efrînê de agir berdidin zevî û daristanên zeytûnê yên xelkê vê herêmê.

Têrorîstên nasyar bi Artêşa Azad a Sûrîyê ku di bin fermana Enqerê de ne, agir berdane gellek zevî û daristanên zeytûnê yên xelkê vê herêmê.

Têrorîst li deverên Raco û Meydankê yên Efrînê û herwiha hin deverên Meydana Ekbezê û Bilbilê û gundên Zehra û Şingalî li derdora bajarokê Bilbilê agir berdidin zevîyên cotkaran û daristanên zeytûnê.

Duh jî di encama êrişên bi topan ên artêşa Tirkîyê ser hin deverên Efrînê agir berbû zevî û daristanên zeytûnê yên vê herêmê.

Başa dön tuşu